Logo: Gute Arbeit für alle Menü

Agahî bi kurdî

Gute Arbeit für Alle
 

Bizaveke baş di karê demikî de

IG Metall di xizmeta te de ye

Karê demikî di beşên IG Metall de gelekî berbelav e. Û gelek caran wisa ye, ku wek karmendên dereceya duyem li karkerên demikî temaşe dikin. Tiştên wisa bê rêzî ne û qet nayên qebûlkirin. Gelek karmendên demikî xwe li beramber vê bêadeletiyê diparêzin û IG Metall êdî di vî warî de piştgiriya wan dike. Em bi hev re berxwedanê dikin, daku karê demikî bi wijdantir û dadperwertir bibe. Em dixwazin, ku kargeha te bi rengekî baş û bi rêzdarî bi te re bide û bistîne!
Bihtir ji 100.000 karmendên karên demikî xwe di IG Metall de birêxistin kirine. Wan fahmkiriye, ku ew dê tenê hingî karibin rewşa xwe baştir bikin, dema ku destên xwe bikin destên hev û yekîtiya xwe xurtir bikin. Eger tu bixwazibî, ku bandora te li ser şert û mercên karê te hebe yan eger tu bi rewşa kargeha xwe ne razî bî, keremeke were ba IG Metall.

 

Tu xwedî maf î!

Hevala delal, hevalê delal,
Meaşê te ji yên wan hevalên te kêmtir e, ew hevalên te yên girêbesta karê wan hemdemî ye?
Tu ne di warê xwendina xwe yan sinhetê xwe de kar dikî? Ma carekê karê te li kargehekê bidawîanîne? Karê te li wê kargehekê bi dawî hat û êdî tu ji kar kirine der? Ev tişt bi serê gelek karmendên demikî hatiye. Ne dirust e, ku ev tişt bi serê wan were: Karmendên demikî xwedî maf in!

Erê wê çawa be, eger pirsgirêkên te bi xwediyê kar re çêbûn? Karmendên demikî mafê wan heye, ku hem li ba kargeha xwe yê serekî û hem li ba wê kargeha ku tê de kar dikin, berê xwe bidin Miclisê Karkeran û daxawaza şêwirdariyê yan a alîkariyê ji wan bikin. Û helbet eger tu endam bî, IG Metall wê berdewam alîkariya te bike. 
 

Karê demikî çi ye?

Bi giştî wisa ye, ku mirov girêbesta kar yekser bi wê fîrmayê re girêdide, ewa ku mirov lê kardike. Lê girêbesta karê demikî ne wisa ye. Ew peywendiyeke di navbera sê aliyan de, anku di navbera karkerekê yan karkerekî û du kargeh an fîrmeyên din de: Kargeheke serekî, ku karkeran dişîne ba kargehên din û kargeheke din ku mirov lê kar dike. Kargeha serekî pere û meaşê karkerên demikî dide wan. Lê ev kargeha serekî karkeran dişîne kargehên din, daku li wan cihan ji bo demeke taybet kar bikin. Êdî ew karker li wê derê kar dikin.

 

Karê Yekîtiyên Karkeran li Almaniyayê ev e

Yekîtiyên Karkeran daxwaza meaşekî adil dikin û ku şert û mercên kar baş bibin û ku karkeran jî tevlî biriyaran bikin. Yekîtiyên Karkeran ji bo vî hawî girêbestên tarîfê yan ên meaş bi kargehan re îmze dikin, ku êdî kargeh mecbûrin wan pêk bînin. Lê ew her wiha nûneratiya berjewendiyên şexsî yên her endamekî di mijarên civakî de yan di mijarên girêdayî kar de dikin.
Yekîtiyên Karkeran li gorî beşan têne dabeşkirin û ne li gorî fikrên siyasyî. Anku tu dibî endamê wê Yekîtiya Karkeran, a ku berpirsa beşê te ye. IG Metall nûneratiya karkeran di van beşan de dike: Pîşesaziya hasin û elektro, çêkirina terembêlan, pîşesaziya pola, dar û plastîkê, beşê cil û bergan, karê destî, xizmetgûzariyên nêzîkî pîşesaziyê, girêbestên locîstî û her wiha beşê IT yan teknolociya zaniyarî. Eger karê te di beşekî ji van beşan de be, dê endametiya te li ba IG Metall dirust be. 
 

Karê Miclisê Karkeran li Almaniyayê ev e

Miclisên karkeran li kargehekê ji aliyê hemî karkeran ve tên hilbijartin û ew di nava kargehê de piştgiriya berjewendiyên karkeran dikin. Behra bihtir Miclisên Karkeran li Almaniyayê bi awayekî xurt bi wan Yekîtiyên Karkeran yên berpirsiyar re kar dikin. Lê wezîfeyên Miclisên Karkeran û Yekîtiyên Karkeran ji hev cuda ne: şert û mercên bingehîn, mîna meaş, demên karkirinê yan jimare rojên izinê li Almaniyayê di girêbestên tarîfan de hatine danîn. Tenê Yekîtiyên Karkeran mafê wan heye li ser van xalan bi xwediyên kargehan re guftûgoyê bikin. Û Miclisên Karkeran berpirsên cîbecêkirina van xalan e di kargehê de û çavdêriya pêgîriya bi van rêbazên girêbesta tarîfê dikin.  

 

Girêbesta tarîfê û pêgîriya bi tarîfê

Behra bihtir wisa ye, ku her kargehekê girêbesteke tarîfê ya cuda heye. Û hindek kargeh hene, girêbestên tarîfan ji wan re ne misogir in. Kargehên wisa mirov ji wan re dibêje, kargehên ne girêdayî bi girêbesteke tarîfan ve. Ji ber vî  hawî mafên karkeran ji bo standina hindek xizmetgûzarî û alîkariyan li gorî tarîfê bi wê yekê ve girêdayî, ka gelo ew kargeha wî girêdayî bi girêbesta tarîfê ye yan e.

 

IG Metall ev serkeftin pêkanîne!

IG Metall heta niha karîbû di rêya wan girêbestên tarîfan re gelek tiştên baş di warê karê demikî de pêk bîne. Wek mînak her serê demekê perên heyvane (meaş) û hem perên zêde li gorî beşê kar têne zêdekirin. Bi alîkariya te karkerên demikî li gorî dema karê wan di kargehê de perên zêde di ser meaşê xwe re distînin. Û ji bilî vê yekê jî salê du caran perên taybet distînin: perên izinê û perên cejna Mesîh (Weihnachtsgeld). Û tiştê herî baş: di ser van peran re IG Metall jî perekî zêde dide, anku başiya endametiyê li dema karê demikî.

 

Başiyên endametiyê li dema karê demikî

Daku mirov wan perên taybet bistîne, divê endam hercar daxwaznameyekê pêşkêşî kargeha xwe ya serekî bike: di navbera 19.5 û 30.6. û di navbera 19.10 û 30.11 de. Ew kesên, ku heta 30.6 yan heta 30.11 bi kêmanî 6 mehan bûbin endam û bê kêmanî şeş mehan li ba kargeha xwe ya serekî kar kiribin, mafê wan heye, ku van peran bistînin. Agahdariyên bihtir li vê derê hene

igmetall.de/mitgliedervorteil-leiharbeit

 

Niha bibe endamê IG Metall û van tiştên baş ji xwe re bistîne:

  • Alîkariya ji dil û can ji aliyê Miclisê Karkeran ve di wê kargeha tu tê de kar dikî.
  • Alîkariya pisporî di yekî ji 148 şaxên IG Metall de yên li seranserî Almaniyayê berbelav in.
  • Gelek metiriyalên agahdariyê ji bo karkerên demikî. 
  • Kontrolkirina girêbesta te ya kar, dereca karê te û belgeya meaşê te.
  • Şêwirdariya pisporî di warê yasaya kar û yasaya civakî de.
  • Parastina yasayî ya bê beramber di dema hebûna navkokiyan de yan dozên girêdayî bi yasaya kar û yasaya civakî ve.

 

Tu dikarî bi vî rengî bibî endamê IG Metall

Tu dikarî belgeya endametiyê online, li ser înternêtê yan li ser kaxetê bi zimanê xwe tije bikî:

igmetall.de/beitreten
igmetall.de/beitrittsformular

 

Tu dikarî agahdariyên nû û gelek tiştên din li vê derê peyda bikî

gute-arbeit-fuer-alle.de/leiharbeit
igmetall.de/leiharbeit
facebook.com/gutearbeitfueralle

 

Şêwirdarê karê demikî

Yan vê belavoka şêwirdariya li ser karê demikî ji xwe re bibe. Ev belavoka şêwirdariyê ta agahdar dike û şîretan li te dike, li ser girêbesta karê te, meaşê te, şert û mercên karê te û li ser gelek mijarên din jî. Ev belavok şêwirdareke pêbawer e li ser mijara karê demikî. Tu dikarî vê belavokê bi şêweyekî çapkirî ji ba IG Metall ji xwe re bibî yan online li înternêtê, li ser vê navûnîşanê

gute-arbeit-fuer-alle.de/ratgeber-leiharbeit

 

Tu dikarî bi vî rengî têkiliyê bi me re deynî

Tu dikarî li ser mijarên girêdayî karê demikî seredana me li yekî ji wan şaxên me yên nêzîkî xwe bikî, ku hijmara wan 148 in. Tu dikarî navûnîşana şaxê herî nêzîkî xwe li xwarê peyda bikî

igmetall.de/vor-ort

Me ji bo endamên xwe yên karên demikî dikin telefoneke şêwirdariyê ya bê beramber amadekiriye, ew jî xeta germ ya karê demikî ye. Tu dikarî li jêr vê nemreyê

0800 4463488

têkiliyê bi xeta germ re bikî û karmendên şêwirdariyê dikarin li van deman şêwirdariyê bidin te:
Dûşemê heta pêncşemê ji saet 9:00 heta saet 15:00 û
Îniyan ji saet 9:00 heta saet 12:00.
Eger tu bi telefona normal bikî, bê beramber e. Û eger tu bi telefona mobaylê bikî, mesrefa wê serê deqekê ne zêdetir ji 42 sentan e. Bêgûman sirriyet ji bo me gelekî giring e.

Yan di rêya pirsnameya têkiliyê re ji me re binivîse yan bi rêya Ê-Mailê:
gute-arbeit-fuer-alle.de/kontakt/
leiharbeit@igmetall.de

 

Weitere Informationen

Aktuelles zu Leiharbeit

Kontakt aufnehmen Frage stellen

Ihre Ansprechpartner

… finden Sie in unseren Geschäftsstellen vor Ort. Nehmen Sie Kontakt auf!

Mitglied werden!

Wir. Die IG Metall.

Wer ist die IG Metall? Was macht eine Gewerkschaft? Und was bedeutet das für Sie?

Hotline Leiharbeit